Dagirkeriya Tirkiyê 15 maşîneyên din li Idlibê bi cih kirin

Hemwextî êrîşên dijiwar û bênavber ên li ser herêma Idlibê, derbaskirina maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê bi awayekî mezin tê dîtin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh artêşa Tirk a dagirker ji deriyê Kerfer Losîn 15 maşîneyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk derbasî Idlibê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku ev maşîne û alav li nuqteyên wê yên li Cebel El-Zawiyê hatin bicihkirin.

Bi derbaskirina van maşîneyan, jimara ku dewleta Tirk derbasî qaşo “devera bêçek” kiriye, dibe 11 hezar û 850.

Back to top button