Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk bi kêmkirina ava Firatê, şerkî nû li dijî herêmê dike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku berdewama kêmkirina ava Firatê bandoreke neyênî li herêmê dike û divê hikumetên Şam û Iraq bang li dewleta Tirk bikin ku li gorî peymana 1987`an tevbigere. 

“Dewleta Tirk bi qutkirin û kêmkirina ava Firatê, şerkî nû û qirêj li dijî herêmê dide meşandin”

Bi vê gotinê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid siyaseta qirêj a dagirkeriya Tikriyê şirove kir.

Ji siyastên qirêj ku dewleta Tirk dema bixwaze binketineke xwe ya leşkerî veşêre, berê xwe yekser dide tiştên jiyanî yên gelên herêmê.

Ev demek e dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk rêjeya ava çemê Firatê kêm kiriye û ev cara yekem e ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku ava Firatê ew qasî kêm dibe, ev jî bandoreke neyênî li çandiniya avî dike.

Hemdan el-Ebid diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve gel rastî sûcên sîstematîk ên dewleta Tirk tên û niha şerê avê dike.

Piştî ewlehî û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê misoger bû, dewleta Tirk gelek deverên herêmê dagir kirin.

Ev yek çavên wê danegirt, dest bi sûcên şer kir û stasyona Elok ku şêniyên bajarê Hesekê ji ava wê dijîn, qut kir.

Ev jî têrê neker, dest bi kêmkirina ava Firatê kir û ev yek li ber çavên cîhanê pêk tê, lê tiştê hatiye xuyakirin ku ew bi bêdengiya xwe raziye.

El-Ebid da zanîn ku armanca dagirkeran ji van sûcan xerabkirina moral û hêza gelê herêmê û desthilata Osmanî zindî û berfireh bike ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisê bêdengiya hikumeta Sûrî û Iraqê têkildarî van kirinan jî rexne kir.

Dema dewleta Tirk van sûcan li hemberî gelê herêmê pêk tîne û hikumeta Şamê tu daxuyaniyên şermezarkirina kêmkirina avê nade, ev yek teqez dike ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re heye.”

Bêdengiya hikumeta Iraqê jî cihê şermezarkirinê ye û tiştê tê diyarkirin ku hevkarî di navbera hikumeta Iraqê, herêma Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk de jî heye.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de, got:

Divê dewleta Sûriyê û Iraqê bang li dewleta Tirk bikin ku bendên peymana 1987’an pêk bîne û li gorî wê avê bide Sûriyê û Iraqê û rê li pêşiya çêbûna karestan bigirin.

Ev lihevkirin, 1987 di navbera Sûriye û Tirkiye de ji bo biparvekirina ava Firatê hat îmzekirin.

Tê de Tirkiye soz da, ew ê rêjeyeke salane zêdeyî 500 mterkab, di yek saniyê de peyda bike.

Back to top button