Penabereke Iraqî 20 salî li Kampa Kolê kuştî hat dîtin

Li Kampa Holê bûyerên armanckirirna koçber û penaberan hema bi awayekî rojane pêk tên û herî dawî jineke Iraqî 20 salî kuştî hat dîtin.
Rêveberiya Kampê 63 malbatên din ji kampê derxistin.

Kampa Holê bûye cihê herî xeter li cîhanê û rojane bûyerên kuştinên ku bi awayekî hovane pêk tên rû didin.

Roja Pêncşemê li Kampa Holê termê jineke Iraqî ku bi awayekî hovane hatiye kuştin, hat dîtin.

Li gorî agahiyan, jina ku hatiye kuştin navê wê Meryem Ehmed Mekhol û 20 salî ye û bi rêya guleyek di serê xwe de hatiye kuştin.

63 malbatên Dêra Zorê ji Kampa Holê hatin derxistin

Derxistina malbatan ji Kampê jî berdewam dike û Çarşemê Rêveberiya Kampa Holê 261 kesên ji Dêra Zorê ji kampê derxist û ber bi malên wan ve şandin.

Li gorî rêveberiya Kampê, hejmara malbatên ku hatine derxistin 63’yê û ji 261 kesan pêk tê.

Derxistina malbatan li gorî lîsteyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî amadekirin pêk tê û ev kes li ser kefaleta şêx û rûspiyên herêmê ji kampê tên derxistin.

Back to top button