LI MEXRIBÊ ŞANEYEK ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HAT GIRTIN

Li Mexribê, îro şaneyek çeteyên DAIŞ’ê yên li Lîbyayê, hat girtin.

Wezareta Hundirîn ya Mexribê têkildarî mijarê bi daxuyaniyekê ev agahî dan:

“Endamên şaneyê li bajarên Sîdî Binûr, El-Mihemediyê, El-Cedîda û Mirakşê hatin girtin.

Piştî lêkolîna hêzên hundirîn ev kes li xwe mikur hatin ku şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên li Lîbayayê ne.

Her wiha şaneyê plan dikir ku çend êrîşan li Mexribê pêk bînin.”

Beriya sê mehan jî, li Mexribê çend kes hatibûn girtin.

Ev kes jî 2 geştiyarên Ewropî kuştibûn û girêdana xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re nîşan dabûn.

Leave a Reply

Back to top button