Şehîdên Raperînê li navçeya Ranyayê hatin bibîranîn

Li Ranya a başûrê Kurdistanê bi boneya 30’emîn salvegera Raperînê, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Partî û rêxistinên siyasî di merasîmê de peyam dan û bang li hikumetê hate kirin ku projeyên hatîn destpêkirin, bi encam bike.

Xelkê Hêrêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê 30 sal berê ji bo azadiya xwe serîhildan.

Bi boneya 30’emîn salvegera Raperîna Gelê Başûrê Kurdistanê, li navçeya Ranyayê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de destpêkê qeymeqamê Ranya Hisên Mehmud axivî.

Mehmud bang li Hikumeta Herêmê kir ku ji bo Herêma Raperîn û malbatên şehîdan karek cidî bikin.

Mehmud di dewama axaftina xwe de got:

“Mixabin gelek proje hatin danîn û hîn jî temam nebûn. Pêwîste di demek zû de ev proje werin temamkirin, yek ji wan projeyên girîng û nehatî temamkirin jî, projeya nexweşxaneyê ye.”

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadî, endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Selam Ebdula, peyamek xwend.

Di peyama Tevgera Azadî hate diyarkirin ku Raperîna Başûrê Kurdistanê ji bo hemû dagirkeran bersivek bû û wiha hate gotin:

“Raperînê îspatkir ku gelê Kurd hemberî dagirkerî û zordariyê serê xwe natewîne.

Lê mixabin ji ber temahî û zêde hêzên siyasî, rêbertiya raperînê ji destê gel hate girtin û kete destê hizb û koman.

Selam Ebdula diyar kir ku pêwistiya gelê başûr bi zindindîkirina rihê Raperîn, Garê û Şeladizê heye.

Back to top button