Foreign Policy: Biden li dijî Tirkiyê polîtiya bêdengiyê dimeşîne

Bi hatina rêveberiya nû ya DYA yê re, yek ji mijarên herî tê mereqkirin meşandina polîtîkayên li gel Tirkiyê ye.
Tevî mehek derbas bû, Serokê DYA Joe Biden bi piraniya lîderên welatan re hevdîtinên telefonê pêk anî, lê hîna li Erdogan negeriyaye.
Malpera Foreign Policy diyar kir ku Biden li dijî Tirkiyê polîtîkayek ya bêdengiyê dimeşîne.

“Biden, li dijî Tirkiyê polîtîkaya bêdengiyê dimeşîne.”

Robbie Gramer, Katie Livingstone û Jack Detsch bi vê sernavê nivîsek ji govara Foreign Policy re nivîsandin.

Di nivîsê de îşaret bi hevdîtinên telefonî yên serokê DYA Joe Biden ji bo lîderên welatan tê kirin û bal tê kişandina ser negerîna li Erdogan.

Di hevdîtinên nivîskaran li gel, gelek rêveber, siyasetmedar û pisporan kirî de hatiye gotin,

Ji niha û pêde wê rêveberiya DYA li dijî Tirkiye polîtîkayekî tund bide meşandin.

Neaxaftina li gel Erdogan jî nîşaneya vê yekê ya herî diyare.

Endama Komîteya Karê Têkliyên Derve yê Demokaratan li Meclisan Nûneran Abigail Spanberger jî got:

Têkilî di rewşek zehmet de ne.

Em ne di wê rewşê de ne ku bi qasî ji endamên din yên NATO bawer dikin, ji Tirkiyê bawer bikin.

Parlementerê berê yê CHP’ê Aykan Erdemîr jî dibêje, “Têkliyên DYA-Tirkiye di rewşa herî nebaş de ye”.

Rêveberê Bernameya Lêkolîna Enstituya Waşîngton ya Tirkiyê Soner Çagaptay jî diyar kir ku ger îro hilbijartinek pêk were Erdogan wê biser nekeve û wiha got:

Ger weke Trump li DYA bike, wê weke Biden nekare temaşeyî aliyekî din bike.

Di gotarê de îşaret bi aloziyên S-400, Rojhilatê Derya Spî û Sûriye yên di navbera Waşîngton û Enqerê de jî hatiye kirin.

Back to top button