
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê rêzeçalakiyên jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê jî didomin. Îro Tevgera Hîlala Zêrîn li Qamişlo pêşengeha wêne û pirtûkên Rêber Ocalan vekir.
Pêşengeh li Navenda Çand û Hunera Mihmed Şêxo ya li bajêr pêk hat û ji aliyê dayika Ş.Hevrîn Xelef, Suad Mistefa ve hate vekirin.
Di pêşengehê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkên bi zimanê kurdî û erebî yê ji jinê re nivîsandine hatin pêşandan.
Paşê perspektifên Rêber APO jî hatin guhdar kirin.
Dika pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Qamişlo tê xemilandin
Li kêleka vê, Kongra Star a bajarê Qamişlo amadekariya şahiya 8’ê Adarê dike.
Di vê çarçoveyê de dika pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li gundê Hîmo yê bajêr hat xemilandin.