Baregeha Rûsya, gund û bendava Şehbayê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe baregeha hêzên Rûsya ya li Şehba û gundên Minbicê topbaran kirin.

Duh di seatên şevê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe berê topên xwe da herêma Şehbayê û ew topbaran kir.

Dagirgeran di êrîşên xwe yên li ser herêmê de, baregeha hêzên Rûsî ya li gundê Wahşiya kir armanc.

Beriya vê êrîşê bi çend kêliyan jî, artêşa Tirk û hovên xwe gundên Semoqa, Çiyayê Nayif û Bendava Şehbayê topbaran kiribûn.

Gundên Seyda û Um Edesa yên Minbicê hatin topbarankirin

Heman dagirkerî gundên Minbicê jî dan ber topan û li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk ji nuqteyên xwe yên li gundên Kerbeclî û Yaşlî yên bakur-rojavayê bajêr, gundên Dendeniye, Seyada û Um Edesa bi hawinan topbaran kirin.

Back to top button