Artêşa Yemenî: 84 “Çekdarên Hûsî” hatin kuştin

Li Yemenê şer gur bûye û herî dawî li parêzgahn Me’rib û Te’zê 84 “Çekdarên Hûsî” hatin kuştin.

Hêzên artêşa Yemenî Îro ragihand ku hêzên wan li dijî “çekdarên Hûsî”, berxwedaneke mezin li parêzgehên Me’rib û Te’zê daye meşandin.

Artêşê diyar kir ku li parêzgaha Me’ribê di encama şerekî dijwar de, 84 çekdar hatin kuştin û li Te’zê jî hêzên wan “droneke sîxûrî” anî xwarê.

Ev demek e, hêzên artêşa Yemenî li dijî “Çekdarên Hûsî” operasyonên mezin pêk tînin û heta niha li Me’ribê artêşa welêt kuştina bêhtirî 350 çekdarî ragihandiye.

Back to top button