Dr. Rizgar Qasim: Pêşwazîkirina Berzanî ya bo Herîrî ne layiq e

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim destnîşan kir ku ENKS’ê hevkarê Îtîlafê bi doza Kurdan dilîze û divê gel sînorekî jê re deyne.

Dr. Rizgar Qasim ji Ronahî TV re axivî û pêşwazîkirina Mesrûr û Mesûd Berzanî ya kujerê gelê Kurd ne layiq dît û weke cihê fikaran bi nav kir.

Dr. Qasim diyar kir ku ENKS’ê di siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd de zelal e, lewra daxwaz li hin piştgirên ENKS’ê kir ku wijdanê xwe bilivînin û bes jê re li çepkan bixin.

Dr. Qasim gotina serçete El-Herîrî ya pîrozkirina cejna Newrozê li herêmên dagirkirî jî bi bîr xist û ev pirs kir;

Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê nemane, qey tê Newrozê ji çeteyên xwe re li dar bixe?

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim di dawiyê de bang li gelê Kurd kir, ku sînorekî ji ENKS’ê re ku di bin parastina Asayîşa Rojava de ye deynin.

Back to top button