11 çeteyên DAIŞ’ê bi balafirên Rûsyayê hatin kuştin

Li Çolistana Sûriyê piştî 72 seatên bêdeng, balafirên Rûsî bi zêdeyî 60 êrîşên asîmanî, êrîş kir û 11 DAIŞ’î hatin kuştin. 

Li Çolistana Sûriyê, rêjeya êrîşên asîmanî yên balafirên Rûsyayê zêde bûye û piştî bêdengiya ku 72 seatên dirêj kir, balafirên Rûsî careke din dest bi êrîşan kir.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Rûsya bi zêdeyî 60 mûşekî çolistana bakurê Hema û rojhilatê Himsê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de, 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

3 sivîl bi mûşekên hikumeta Şamê hatin kuştin

Heman çavkaniyê, da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bi mûşekan êrîşî bajarokê Bizabor بزابور yê gundewarên Idlibê kir û tê de, zarokek di nav de, 3 sivîl hatin kuştin.

Back to top button