Ezher Ehmed: Vekirina navendên Tirkî nameya domandina dagirkeriyê ye

Endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ezher Ehmed anî ziman ku dagirkeriya Tirk bi vekirina navndên çand û perewedeyê nameya meyîndekirina dagirkeriya dide.
Ezher Ehmed destnîşan kir ku armanca vekirna navendên Tikrî li Efrînê çewisandina çanda gelê herêmê ye lewra bang li gelê herêmê kir ku li dijî planên Tirkiyê bisekinin.

Dagirkeriya Tirk, bi rêya guhertina navên gundan û vekirina dibistanan demografya Efrînê diguhere û siyasetên Tirkkirinê disepîne.

30 Çileya derbasbûyî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê navenda Anadol a Çandê vekir û bi rêya wê hewl dide çanda herêmê biçewisîne û ya Osmanî bide rûniştandin.

Li gorî çavdêran, vekirina navenda çandê li Efrînê xeteriyeke mezin li ser pêşeroja wê ye û berdewama siyaseta Tirkkirina herêmê ye.

Li ser mijarê, Endamê Rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ezher Ehmed destnîşan kir ku ev gav niyeta qirêj a dewleta Tirk a dagirker a li herêmê piştrast dike.

Ezher Ehmed diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku demografiya herêmê biguhere û tev li erdê xwe bike, çanda herêmê biguhere û ya xwe bide ferzkirin.

Ezher Ehmed da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya vekirina navendên xwe yên çand û perwerdeyê li herêmên dagirkirî dixwaze nameyekê bide hikumeta Şamê û cîhanê tevde ku ev herêm dê ji dewleta Tirk re bimînin û ew ê dagirkirina van herêman bidomîne.

Ezher Ehmed: Divê gelê Kurd li dijî planên Tirkiyê bisekinin

Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze nifşekî nû ava bike da ku baweriya xwe bi artêşa Tirk û împaratoriya Osmanî bîne û mirovan dûrî rastiya wan bixe.

Endamê Rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bang li gelê Kurd û partiyên niştimanî kir ku xwepêşandanan bi rêxistin bikin û li dijî planên guhartina demografiya herêmê û çewisandina şaristaniya wê bisekinin.

Back to top button