Mihemed El-Ebo: Divê Civaka Navnetewî erka li hemberî qutkirina ava Firatê bi cih bîne

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl li bajarê Minbicê Mihemed Elî El-Ebo anî ziman ku qutkirina ava Çemê Firatê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Mihemed El-Ebo qutkirina ava Firatê ku dê bandoreke neyînî li rewşa aborî, civakî û siyasî ya Sûriyê bi giştî bike, nirxand.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed El-Ebo bang li NY’yî kir ku hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne, da destkeftiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, werin parastin.

Her wiha bang kir ku divê Rûsya rola xwe wekî garantor li herêmê bi cih bîne.

Back to top button