Şûnewarnasan li Pompeii ya Îtalya erebeyek a merasîman dît

Li baxçeyê şûnewarî yê Pompeii ya Îtalya, erebeyek çar tekel ya serdema Romaya kevnar hate dîtin.

Erebeya ku hatiye dîtin li navenda çandê hate pêşandan.

Erebeya ku ji hesin, bronz û qelay pêk tê, li bakurê dîwarê kevnar yê Pompeii bi şêwazekî baş hatî parastin hat dîtin.

Wezîrê Çandê yê Îtalya Dario Franceschini diyar kir ku lêgerînên nû yên Pompeii mirovan hîna matmayî dihêle û got:

Hîna herêmeke bi qasî 20 hekdtar maye ku divê were kolandin.

Ya herî girîng ev yek dikare hîna were berfirehkirin û hîna jî bala her geştiyarê li deverên cuda yên cihanê dikêşe.

Li bajarê Pompeii yê kevnar, BZ 79 li çiyayê Vîzuv yê şewatê teqînek mezin pêk hatibû.

Xweliya ku ji çiya derketî li ser bajar barîbû û tebeqeyek ya hişk weke qalib dabû çêkirin.

Heta roja îro jî di encama lêkolînên pêk tên de şêwazê mirina kesên wê demê derdikevin.

Herêm ji aliyê Lîsteya Mîrasê Cîhanê UNESCO ve tê parastin û lêkolîn li ser têne kirin.

Back to top button