Papa Francis: Divê li Iraqê çek bêdeng bibin

Papayê Vatîkanê li Koşka serokkamariyê ya Iraqê bi peyamekê bo gel û rayedaran banga didawîkirina şer û aloziyan kir û got ku li Iraqê dadmendî bi pêş bikeve. Papa Francis di çarçoveya serdana xwe de, vê sibehê li bajarê Necefê digel Rêberê Olî yê Şîeyan civiya.

Pêşengê giyanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Francis duh li balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hin rayedaran ve hat pêşwazîkirin.

Papayê Vatîkanê di nava rêkarên parastina ji vîrusa Coronayê de, bi karwanekî berî da Koşka Serokkomariyê û digel serokkomar Berhem Salih civiya.

Papa Francis li Koşka serokkomariyê bi peyamekê bo gel û berpirsiyaran wiha anî ziman:

“Divê dawî li gendelî û jihevxistina desthilatê were, zelalmediyek bi pêş bikeve, dadmendî pêk were, saziyên aştî û aramiyê bihêztir bibin û çek bêdeng bibin.”

Papayê Vatîkanê di peyama xwe de da xuyakirin ku Iraq di salên dawî de rastî nakokiyên rêçolî (mezhebî) yên tundrew hatiye ku gelek ziyanên madî û birînên kûr di dilên Iraqiyan de çandin û da zanîn ku pêdivî bi salên dirêj heya bên dermankirin, heye.

Papa Francis: Êzidiyan zulm dît divê cîhaneke dadmend ji bo wan hebe

Papa Francis bal kişand ser komkujiya li ser Êzidiyan û got:

“Em bêmafiya li dijî Êzidiyan hatiye kirin bi bîra xwe bînin. Kurdên Êzidî ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî, rastî kuştin, çewisandin, qirkirin û tunekirina nasnameyê hatin û bûn qurbanên bêsûc ên terorê. Divê ji bo wan cîhaneke dadmend hebe.”

Pêşengê Katolîkiyan Papa Francis di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku nabe navê xwedê ji bo kuştin, teror û kirinên hovane bê bikaranîn û wiha bi dawî kir:

“Dêra kotolîk a li Iraqê dixwaze bibe hevalê hemûyan û ji bo dosyayaê aştiyê, diyalogê digel olên din bike. Pirrengiya olî, etnîkî û çandî dikare bibe sedema aramî û geşepêdana welêt.”

Papa Francis vê sibehê serdana bajarê Necefê kir û digel Rêberê Olî yê Şî’iyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî dest bi hevdîtinan kir.

Tê payîn Payayê Vîtîkanê îro serdana Hewlêr û Mûsil bike.

Back to top button