Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza domandina têkoşînê da

Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinan, çi leşkerî û çi jî sivîl, bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Şervanên jin anî ziman ku bi saya fikirê neteweya demokratîk, jin ji hişmendiya mêran rizgar bû û di hemû qadan de isbata hêza xwe kir.

Şervanên jin diyar kir ku ew amade ne li dijî her êrîşekê li ber xwe bidin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdên azadiyê yên ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk canê xwe feda kirine, da.

Back to top button