Koşka Spî: Êrîşa li Dêra Zorê di çarçoveya parastina mafê rawa de pêk hatiye

Êrîşa DYA ya li dijî çekdarên alîgirê Îranê yên li Ebu Kemala Dêra Zorê ji rojeva çapemeniyê dernakeve. Koşka Spî ragihand ku êrîşa hewayî ya li Sûrî di çarçoveya parastina mafê rawa yê leşkerên DYA de pêk hatiye.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki, di daxuyaniya çapemeniya rojane de ragihand ku çekdarên bûyî armanca rêşa wan ya li Ebu Kemala Dêra Zorê peywendiya xew bi êrîşa li ser Hewlêrê re heye.

Psaki li ser rexneyên ku beriya êrîşê endamên Kongrê baş nehatine agehdarkirin jî ev bersiv da.

Despêkê çend komîteyên di Kongrê de û bi 8 lîderên wan re hate axaftin.

Piştre jî agahiyên pêwist hatine dayîn.

Psaki li dijî îdiayên ku Waşîngton serweriya Sûrî binpêkiriye jî bertek nîşan da û got, wan hemû pêvajoyên hiquqî berçavan girtine.

Her wiha ev rêşî weke parastina mafê rawa yê leşkerên welat jî hate diyarkirin.

Wezareta Parastinê Pentegon ragihandibû ev êrîş bersiva êrîşên 15 Sibatê li ser hêzên wan yên li balefirgeha Hewlêr û 22 Sibatê ya li herêma Kesk a Bexdayê pêk hatiye.

Back to top button