Li Paytexta Somalê Mogadîşû teqînekê mezin rû da, 20 kes mirin 30 birîndar bûn

Paytexta Somalî Mogadîşû bi teqînekê mezin hejiya. Di teqîna li cihekî komî pêk hatî de 20 kes mirin û ji ber bandora zêde ya teqînê avahî hilweşiyan.

Li bajarokê Hamar Jajab yê paytexta Somalî Mogadîşû li pêş xwaringehekê bi rêya erebeyeke bombebarkirî teqînek pêk hat.

Di encamê de 20 kes mirin.

Rêveberê tîma lezgîn ya Amîn Dr. Ebdulqadir Adan ragihand ku di teqînê de 30 kes birîndar bûn.

Ji ber bandora teqînê, avahiyekî li nêzî peravên Mogadîşû jî hilweşiya.

Berdevkê Hikumeta Somalî Îsmaîl Muxtar diyar kir ku êrîş bi rêya erebeyekî bombebarkirî pêk hatiye.

Beriya niha jî li ber heman xwaringehê 2020’an êrîşekî xwekujî pêk hatibû û di necamê de gelek kes miribûn.

Back to top button