Heta dawiya salê bihayê yek bermîl petrola xam wê bigihêje 80 dalarî

Li cihanê ku bihayê petrolê daketibû, niha careke din ber bi bilindbûnê ve diçe. Piştî civîna roja pêncşemê ya endamên Opec plusê ku tê de biryar hat dayîn asta berhemanîna petrolê zêde bikin û gihîşt nêzîkî 70 dolarên Amerîkî.

Bihayê petrolê sûdê ji biryarê wergirt û bihayê wê ji demê 14 mehên derbasbûyî bilindtir bû.

Bihayê yek bermîl petrola xam bi 69.36 dolarî dihate firotin.

Niha bihayê bermîlekî petrola xam nêzîkî 70 dolarî bûye û bihayê yek bermîl petrola sivik ya Texasê jî ji 66 dolarî zêdetir bû.

Banka Goldman Sachs berya civîna Opec û Opec plus pêşbîniyên xwe ji bo bihayê petrola îsal eşkere kir.

Bankê ragihand, li çaryeka dûyem ya îsal de bihayê yek bermîl petrol dê bigihîje 75 dolarî û li çaryeka sêyem ya îsal dê bigihîje 80 dolarî.

Back to top button