Lîbya..Ebdulhemîd El-Debîba hikûmeta xwe ya nû pêşkêşî parlamenê kir

Nivîsgeha Ragihandinê Serokwezîrê Lîbyayê yê erkdarkirî Ebdul Hemîd El-Debîba bi daxuyaniyekê da zanîn ku karê hikûmeta nû yê pêşîn, dê saziyên dewletê bike yek. 

Nivîsgehê her wiha diyar kir ku karê hikumetê ji bo başkirina xizmetguzariyê bo welatiyan û bidawîkirina qonaxên veguhêz ji bo gihîştina hilbijartinên giştî ye jî.

Hin pêşbînî hene ku Lemya’i Bosidra ya ku “berî niha birîkara Wezareta Ragihandin û Wezîra Çandê bû”, bibe Wezîra Derve ya hikûmeta nû.

Tê gotin, Hikûmeta Debîbe li gorî erdnîgarî, pirrengî, beşdarkirina jin û ciwanan û hêmana nenavendî û dadmendiyê bo belavkirina samanê, 2 cîgir, 27 wezîr û 6 wezîrên dewletê, digire nava xwe.

Tê payîn, 8 Adarê parlemena Lîbî ji bo dana baweriyê bo hikûmeta Debîbe bicive.

Back to top button