LI ZELENDEYA NÛ 2 ÊRÎŞÊN LI SER MIZGEFTAN DE 49 KES MIRIN

Li New Zelendeyê li dijî 2 mizgeftan êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di encam êrîşê de 49 kes mirin û zêdetirî 48’an jî birîndar bûn.

Li bajarê  Chirstchurch yê rojavayê New Zelendeyê di dema nimêja Înê de êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li gorî polîsên New Zelandî, 49 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 48’an birîndar bûn.

Serokwezîra New Zelendayê Jacinda Ardern ragihand ku ev karekî terorîst e û got:

Me heta niha 4 kesên gumanbar di nav de jinek binçav kirine, lê ew ne di lîsteya me ya çavdêriyê de bûn.

Polîsê ragihand ku ji wan girtiyan kesekî 20 salî wê roja Şemiyê li dadgehê were darizandin.

Der barê vê êrîşê de, gelek welatên Ereban ev yek şermezar kir û ragihandin ku welatiyên wan di nava qurbaniyan de bûn, di nav de Filistîn, Siûdiya, Misr û Urdinê.

Şêxê Mizgefta Ezherê Ehmed el-Teyb jî têklidarî êrîşê daxuyaniyek da û got:

Ev êrîşa terorîst nîşaneke tirsnak e ku di pêşerojê de wê axaftinên tundî û nefretê der barê biyaniyan de zêdetir bibin.

Yê êrîşkar yekser vîdyoya êrîşa xwe li ser torên civakî li gel axaftineke tûj li dijî penaberan parve kir.

Ev yek hêrseke mezin di nava welatên Mislimanan de çêkir.

Desthilatên New Zelendî jî hewl dan vê vîdyoyê ji hemû malperan rake.

Her wiha polîsê, li stasyoneke nêzî devera êrîşê weke gaveke parêzî teqînek kontrolkirî pêk anî.

Li gorî agahiyan, çenteyin li stasyonê mabûn, ji lew re polîsê guman bi wan kir û ew teqandin.

Leave a Reply

Back to top button