HRW: Hêzên Erîterî li Tegrayê komkujî pêk anîye

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan “Human Rights Watch” pêkanîna komkujiyekê li dijî xelkên herêma Tîgrayê li ser destê hêzên Erîteryayê ragihand. 

Rêxistina HRW roja Înê bi rêya raporekê ragihand ku hêzên Erîterî li dijî xelkên bajarokê Eksom a herêma Tîgrayê komkujî pêk aniye û tê de, bi sedan zarok û sivîl hatine kuştin.

Ev rapora 2’mîne ku tê teqezkirin, artêşa Erîterî kirin û sûcên şer û komkujî der heqê xelkên Tîgrayê pêk anîne, tê weşandin.

Her wiha Rêxistina Efûya Navdewletî jî bi raporeke piştrast kir ku hêzên Erîterî bi kuştineke sîstematîk û bi xwîneke sar, komkujiyan pêk tînin.

Back to top button