Kampa Holê..jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesî

Jimara kesên ku ji ber şewata Kampa Holê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesî.

Di 27’ê meha Sibatê de li Kampa Holê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’ê jî lê dimînin şewat derket.

Şewat li konekî ku şahiyek lê hebû, ji ber teqîna sobeya mazotê derketibû.

Di encama şewatê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 30 kes jî birîndar bibûn.

Piştî şewatê yekser birîndar ji bo nexweşaneyên bajarê Hesekê û yên Hêrêma Cizîrê hatibûn vegûhestin.

Ji wan birîndaran 4 kesên ku rewşa wan giranbû hate ragihandin ku duh jiyana xwe ji dest dane.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane, ji wan 8 zarok 2 jin gihîşt 10 kesî.

Rayedarên kampê derbarê şewatê de lêpirsîn dane destpêkirin

Duh jineke 20 salî li kampê hat kuştin

Her wiha hat ragihandin ku duh jineke 20 salî a bi navê Nûr Ehmed Cum’a li Kampa Holê hat kuştin.

Hat zanîn ku jina navborî bi 3 guleyan hate kuştin.

Back to top button