PAJK: Divê jin 8’ê Adarê li qadan bin û têkoşîna azadiyê bilind bikin

YJA Star û PAJK’ê bi daxuyaniyan 8’ê Adarê Roja Jina a Cîhanê pîroz kirin.
Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ku divê tevahî jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin.

Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîharî re daxuyaniyek da.

PAJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz kir û got:

Di dîroka tekoşîna jinan a sedsala 19 û 20’an de roja 8’ê Adarê xwedî girîngî û nîşaneya destpêkekî nû ya tekoşînê ye.

Di dîroka mirovahiyê de, têkoşîna jinan her tim bi dayîna bedelên giran re bi encam bûye.

Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê di dawiyê de dibêje:

Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jin, têkoşînê berfirehtir bikin. Yekîtiya ruh, rêxistin, fikir, tekoşîn û jiyanê ava bikin.

YJA STAR: Niha dema azadiyê û azadkirinê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û got:

Berxwedana Cenga Heftanînê ku gerîlayên YJA Starê bi vîn û azweriya mezin pêşengiya wê kirî mohra xwe li sala 2020’an daye. Bi encamên ku bi xwe re anî, di serî de ji bo jinan û gelê me, bi bawerî û biryardariya, ‘wê faşîzm were hilweşandin’, bi geşkirina vê em ketina sala 2021’an.

YJA Starê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê di 8’ê Adarê bi rengê Sara û Semayan şer bikin û dijmin têk bibin û dibêje:

Rêya xwedîderketinê ya li mîrateya jinên berxwedêr, bi azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê weke şertê sereke yê azadiya civakê daniye.

Em hêzên YJA Starê, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, xwedî li giyanê berxwedêr ê 8’ê Adarê derkevin.

Back to top button