8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî..li bajarê Qamişlo Silêmaniyê, Stenbol û Dusseldorfê bi şahiyan hat pîroz kirin

Bi beşdariya bi hezaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li bajarê Qamişlo, Silêmaniyê Stenbol û Dusseldorfê bi girseyî û coş hate pîroz kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star li bajarê Qamişloyê şahiyeke mezin bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” organîze kir.
bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn
Li ser girîngiya rojê axaftin hate kirin. Di axaftinan de li dijî her cûre êrîşê biryardariya têkoşîna jinê hate ziman.

Piştre jî şahiya jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê ya 8’ê Adarê bi pêşkêşiyên hunerî yên jinên Kurd, Ereb û Suryan û gerandina govendê bi dawî bû.

Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi heman armancê bi slogana ” Dem dema parastina cavakek azad û jiyana azad e.” şahiyek hate organîzekirin.

Şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê di pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK’ê li navçeya Berde-qehreman a Silêmaniyê pêk hat.

Li bajarê Stenbolê jî bi heman armancê bi hezaran jin li hev kom bûn, mîtîngek pêk anîn.

Mîtîng bi navê Hevdîtina Mezin a Jinan, bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi slogana “Em ê Azadiya xwe Qezenc bikin, pêk hat.

Jinên HDP û HDK’ê jî, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Jin wê êdî bêdeng nemînin” ber bi qadê ve meşiyan.

Polîsan xwestin berzkirina dirûşmeyên jinan asteng bikin, lê jinan bi lêxistina erbaneyan û tilîliyan bersiv dan polîsan.

Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi tevlîbûna rêxistinên jinan meşek hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) û Komuna Jinan a Sara jî tevlî pîrozbahiyê bûn

Back to top button