Li Myanmar arêşa darbekar xwînê dirijîne, ji Konseya Parastinê ya NY careke din biryarek hevbeş derneket.
Tevî hêrsa li dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê û bangên di vê çarçoveyê de, ji NY careke din bêhelwestî û temaşekirin ma.
Konseya Parastinê ya NY ji bo nirxandina tundiya piştî darbeya li Myanmarê û rewşa dawî ya li welat civîneke li çapemeniyê girtî pêk anî.
Nûnera Taybet yê NY bo Myanmarê Christine Schraner Burgener tevî banga piştevaniya bi demokrasî û dijberiya li dijî darbeyê ne karî Çîn û Rûsya razî bike.
Ji endamên dayîmî yên NY, Rûsya û Çîn darbeya li welat bi pirsgirêkên navxweyî pênasekir û ji ber vê yekê biryarek hevpar nehat girtin.
Li Myanmar ku 1’ê Sibatê darbeya leşkerî pêk hat û heta niha, li welat rewş awerte ye.
Her roja derbas dibe bilançoya xwepêşandêrên têne kuştin jî zêde dibe.
Li gorî dezgehên çapemenyê heta niha zêdeyî 50 kes mirine û nêzî 2 hezar kes jî hatine binçavkirin.
Ya diyar dike ew ku helwesta NY wê bibe sedema artêşa darbekar zextên xwe zêde bike.