Li Kampa Holê ciwanekî Iraqî bi guleyan hat kuştin

Rêjeya buyerên kuştinê di hindirê kampa Holê de zêde bûye û herî dawî ciwanekî din ê Iraqî yê 16 salî, hat kuştin.

Vê sibehê li Kampa Holê ya bakurê Hesekê penaberekî din ê Iraqî bi navê Nemir Rebah Yasîn yê 16 salî hat kutin.

Li gorî agahiyên taybet bi televziyona me Ronahî, Nemir Yasîn bi guleyekê di serî û piştê de hatiye kuştin.

Berî vî penaberî, Koçbereke Sûrî jî ya bi navê Nûr Ehmed Cima’ ya 20 salî bi guleyan hat kuştin.

Tenê di nava sê rojên derbasbûyê de 3 jin hatine kuştin.

Jixwe beriya demekê û di 27’ê Sibatê de şawatek jî di kampê de rû da bû.

Jimara qurbanên vê şewatê jî bilind bû û gihişt 10 kesan, ji wan 2 jin û 8 zarok in .

Back to top button