LI EFRÎN, EZAZ Û MARE 3 ÇETE HATIN KUŞIN

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe didomînin.
Li Efrîn, Ezaz û Mare 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hêza Rizgariya diyar kir ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrîn û derdora wê bicîh bûne çalakiyên wan wê dewam bike.

Di vê çarçoveyê de 13’ê Adarê hêzên rizgariyê li Efrîn, Ezaz û Mare 3 çalakiyên hemwext pêk anîn.

Li gorî vê;

13’ê Adarê Hêzên Rizgariyê li dijî xaleke koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ku li gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa bicîh bûbûn çalakiyek pêk anîn.

Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Nasnameyên 2 çeteyên birîndar bûne wiha ye:

Xalid El Muhamî û Newaf El Zubî ye.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê çalakiyek sekvaniyê li dijî çeteyên ku herêma derdora Ezazê bû, pêk anî û çeteyek hat kuştin.

Hêzên Rizgariyê li derdora gundê Mare jî çalakiyek sekvaniyê li dijî çeteyekî dewleta tirk a dagirker pêk anîn û çete hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button