Idilb.. 3 zarok di nav de, 4 kes bi mûşekên hêzên hikumeta Şamê hatin birîndarkirin

Li Idilbê şer gur bûye, 3 zarok di nav de, 4 kes bi mûşekên hêzên hikumeta Şamê hatin birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li Idlibê bi giranî topbaran kir.

Li gorî çavdêriyê, ev topbaran li dijî nuqteyên çeteyan yên li bajarê Erîhayê pêk hat û tê de, 3 zarok di nav de, 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Çeteyên dagirkeriya Tirk jî derdora  Mer’rt El-Ni’man ê Idlibê kirin armanc.

Back to top button