Papa Francis li Hewlêrê bi merasîmekê hat pêşwazîkirin

Lîderê giyanî yê Katolîkan, Papa Francis li paytexta Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê hat pêşwazîkirin û digel berpirsiyaran civiya. Papayê Vatîkanê piştî Hewlêr çû Mûsilê û li wir ji bo ziyanbînên şer, nimêj kir.

Pêşengê Rûhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papayê Vatîkanê Francis, di çarçoveya serlêdana xwe bo Iraqê de, piştî Bexda û Necef, hevdîtina digel Rêberê Şîeyan Sîstanî û bajarê Urê dîrokî, vê sibehê berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Papa Francis li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî û hin rayedaran ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî: Em dîsa pêgiriya xwe ya aştî, azadiya olî û biratiyê dikin

Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Papayê Vatîkanê de, wiha got:

“Ez şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa piştgiriya xwe ya hertimî bo aştî، azadiya olî û biratiyê tekez dikin.”

Papa Francis li Mûsilê ji bo ziyanbînên şer nimêj kir

Papa Francis piştî hevdîtina digel rayedarên Başûrê Kurdistanê, bi helîkopterekê ji Hewlêrê berî xwe da Mûsilê.

Li wir li dêra  Hoş El-Bey’a “ya ku sala 2017’an di dema DAIŞ’ê de hatibû wêrankirin”, ji bo ziyanbînên şer nimêj kir û got:

“Nakokiya trajedî, di jimarên Xiristiyanên Rojhilata Navîn de, ziyaneke mezin e”

Piştî Mûsilê, Papayê Vatîkanê ber bi bajarê Qerequşê yê ku 30 km. dikeve başûrê Mûsilê ve diçe û li dêra Tahîre El-Kubra tev li merasîma olî bibe û peyamekê pêşkêş bike.

Li gorî agahiyan, serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê li Qerequşê bi dawî dibe.

Li gorî rojnameyên Erebî, serdana Papa, nameyeke biratiyê bo hemû Iraqiyan e. Hin jî dibêjin, serdan, “nameyeke hevgirtina Xiristiyanan digel Êzidiyên Iraq û taîfeyên din e.”

Papa li Hewlêrê beşdarî ayînekê bû

Piştî serdana li Mûsilê Papa tevlî merasîma li Dêra Katolîk ya Suryanî a El Tahira Kubra a li Qereqoşê bû.

Papa piştî serdana xwe ya li Qereqoşê vegeriya Hewlêrê û beşdarî ayînê bû.

Papa li vê derê axivî û wiha got,

“Yên ku li Iraqê pîroziya xaçê fêhmkirin tiştên girîng kirin. Mesîh Îsa mirovahiyê dixwaze. Rast û paqij bin, ji hêrs û xwesteka şer dûr bimînin. Divê li pêş parçebûnê bê girtin.”

Back to top button