Desteya Rêveber a Şengalê bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir

Çalakiyên bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanî li Başûrê Kurdistanê bi çoş û kelecan dewam dike. Desteya Rêveber a Şengalê bi peyamekê 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û diyar kir ku jina êzîdî ji bo rêvebirina civaka xwe pêşengtî kiriye. Li alîkî din, Şervanên YJŞ’ê, wêneyên şehîdên jin li malbatên şengalê bevalkirin.

Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Desteya Rêveber a Şengalê bi peyamekê 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê û jinên Êzidî pîroz kir.

Peyama Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye:

“Di dîroka civaka me ya Êzidî de herdem jinê ji bo rêvebirina civakê û xwedî derketina li çand, bîr û baweriya xwe pêşengtî kiriye.

Ji ber berxwedêriya jina Êzidî di dîrokê de bi berdewamî ji aliyê dijmin ve jin hatiye hedef girtin û xwestine di şexsê jinê de civakê tine bikin.

Ji bo jina Êzidî carek din rastî vê hovîtiyê neyê di her milî de xwe birêxistin kiriye û niha pêşengtiyê ji bo civakê dike.”

Asayîşa Êzidxanê soza bilindkirian ala berxwedanê da

Asayîşa Êzidxanê jî bi boneya 8’ê Adarê, şehîdên Êzidxanê û têkoşerên azadiyê bi bîr anî û 8’ê Adarê li hemî jinan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de rola jinên Êzidî di parastin û rêveberina Şengalê de hate bibîrxistin û hate gotin:

Li dijî pîlana tasfiyekirina Asayîşa Êzidxanê, jinên Şengalê sekneke xurt nîşan dan, bi taybetî jî dayikên Şengalê li ber vê yekê rabûn.

Şervanên YJŞ’ê wêneyên şehîdan belav kirin

Şervanên YJŞ’ê wêneyên şervanên jin ên ku di berxwedaniya Şengalê de şehîd bûne, bi ser malbatên Şengalê belavkirin.

Jinên Şengalê jî bi dil germî şervanên YJŞ’ê pêşwazîkirin û 8’ê Adarê li şervanan pîroz kirin.

Li Xansor û Tilizerê yên Şengalê belavok belav kirin

Li bajaroka Xanesor û gundê Tilizêr ên Şengalê jî jin bi cilên xwe yên gelerî û erbaneyan belavok belavkirin.

Jinan bi belavokan banga tevlîbûna şahiya 8’ê Adarê ya ku li Geliyê Kersê were lidarxistin kirin.

Hunermend Şahên Talîbanî serkeftin ji bo jinan xwest

Hunermend Şehên Talebanî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku li Ewropa dijî, niha bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê hatiye Başûrê Kurdistanê û tevlî çalakiyan bûye.

Hunermend Şehên Talebanî 8’ê Adarê li tevahiya jinan û bi taybet li jinên Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku her sal jin bi srkeftî vê rojê pîroz bikin.

Back to top button