Şêniyên gundê Gerbît ê Til Temirê: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin

Şêniyên gundê Til Gerabît ê rojavayê Til Temirê li ser êrîşên rojane yên li ser herêmê anîn ziman ” Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine nêzî gund, ewlehî û aramî nemaye.” Şêniyan piştrast kir ku çi dibe bila bibe, ew dev ji axa xwe bernadin.

Ev zêdeyî sal û nîvek e şêniyên ku gundên wan xeta sînorên bakurê Kurdistanê ye ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nav zehmetî û xeteriyê de jiyan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dem bi dem gundên wan topbaran dikin. Bi wê re şênî di metirsiyê de ne.

Şêniyên gundê Til Gerabît ê rojavayê Til Temirê yê nêzî eniya şer, derbarê azarên ku dikişînin ji ajanasa Hawarê re axivî.

Şêniyê bi navê Xidir Salim El-Hişî diyar kir ku gundê wan li eniya şer e, azarên wan zêde ne, ji ber ku pêdiviyên jiyanê tune ne û ew nikarin xwe bigihînin zeviyên xwe.

Gunde me li eniya şer e.

Ji ber vê yekê em gelek azaran dikişînin.

Heta stêrên avê jî nayên gund.

Em nikarin erdên xwe jî bicînîn.

Jiyana me pir zehmeta.

Dema ku dewleta Tirk êrîş dike emnecar dibin ku ji gundên xwe derkevin li dema êrîş tên seknandin em vedigerin malên xwe.

Şêniya bi navê Dera Mihemed El-Elî yê ji heman gundî ye, destnîşan kir ku beriya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî herêmê bibin, ew di nav ewlehî û aramiyê de bûn, lê niha rewşa me trajedî ye.

Rewşa me pir zehmete.

Ne nan û ne xwarên heye.

Bi şev em ji tirsa ranakevin.

Berê em di malên xwe de, bi aramî û ewlehî dijiyan lê ji dema ku dewleta Tirk herêm dagir keriyê ev tişt nemaye.

Ayşa Ehmed jî, piştrast kir ku li gel rewşa wan ya dijwar, tu kes alîkariya wan nake, tu rêxistinekê serdana gundê wan nekiriye û alîkarî jî pêşkêş nekiriye.

Şêniyên gundê Til Gerabît di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovan kir ku dagirkerî û çeteyên wê ji herêmê derxin û aramiyê lê vegerînin û alîkariya wan bikin.

Back to top button