YPJ’ê bi merasîmeke bi heybet 8’ê Adarê pîroz kir

Îro û bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî merasîmek li dar xist. Di merasîmê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed 8’ê Adarê li jinên têkoşer; berxwerdê û tevahî jinan pîroz kir û teqez kir “Ew ê heta dawî li dijî êrîşan li ber xwe bidin û têkoşînê bi awayekî herî xurt bilind bikin.”

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi merasîmek bi heybet li bajarê Hesekê pîroz kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed di merasîmê de axivî û ev roj li jinên têkoşer; berxwerdê û tevahî jinan pîroz kir

Newroz Ehmed diyar kir ku YPJ’ê bi ked û têkoşînek mezin gihişt vê rojê û destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê da zanîn ku 8’ê Adarê roja xwedîderketina li mîras û têkoşînê ye û teqez kir ku ew têkoşînê bi awayekî herî xurt bilind bikin.

Back to top button