DI HEŞT SALÊN ALOZIYA SÛRIYÊ DE ZÊDETIRÎ 300 HEZAR KES HATINE KUŞTIN

Aloziya Sûriyê dikeve sala xwe ya 9.
Heşt sal, kuştin, wêrankirin û koçberî.
Çirûska vî şerî ji nivîsa çend zarokên li Derayê yên li dijî rejîmê dest pê kir û bû şerekî herêmî û navnetewî.
Belê di 8 salan de Sûrî.

Zêdetirî 300 hezar kes lê hatine kuştin û nîvê gelê wê koçber bûye.

Piraniya herêmên welêt kavil bûne û hêjî ev trajedî berdewam e.

Sûriyê.. Şerê Armaeggedonê.. Şerê cîhanê yê Sêyemîn.

Ji Adara 2011’an ve li Sûriyê şerekî gur di navbera hêzên herêmî û navnetewî de diqewime.

Çirûska vî şerî ji nivîsa çend zarokên li Derayê yên li dijî rejîmê dest pê kir û weke mezin bû.

Niha li Sûriyê pênc hêzên herêmî û navdewletî şerê hev dikin.

Emerîka.. Rûsya.. Îsraîl.. Îran û Tirkiyê.

Li ser erdê jî rejîma Sûrî, komên çete û Hêzên demokratîk ên civakê QSD’ê heye.

Heş sal derbas bûn.. Rejîma Sûrî hîna bi hişmendiya berê ya neteweperest û mezhebperest siyasetê dike, opozisyon jî bi piştgiriya dewleta Tirk çetewariyê dike.

Çeteyên DAIŞ’ê ku di demekê de piraniya xaka Sûriyê bi dest xisitibû, niha li Baxoza Dêrazorê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk têk diçe.

Di salvegera 9. a aloziya Sûriyê de Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan bîlaçoya 8 salên şer ê derbasbûyî eşkere kir.

Li gorî çavdêriyê di heşt salên aloziya Sûrî de zêdetirî 300 û 70 hezar kes hatine kuştin.

Bîlanço wiha ye.

112 hezar sivîl.

125 hezar hêzên rejîma Sûrî û çekdarên wê.

67 hezar çeteyên opozisyonê.

66 hezar çeteyên DAIŞ’ê û Nusrayê hatine kuştin.

Çavdêriyê nexşeya serdestiyê li ser erdî jî bi vî rengî diyar kir.

Rejîma Sûrî û çekdarên wê ji % 60.2

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji % 28.9 .

Çeteyên girêdayî dewlet Tirk ji % 8.7.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku bi qasî 400 milyar dollarî binesaziya herêmê wêran bûye.

Tenê çareseriya siyasî û sîstema ne-navendî û demokraîtk dikare bibe dermanê şerê li Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button