31.SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ KNK: HÎNA METIRSIYA KOMKUJIYAN LI KURDISTANÊ HEYE

16’ê Adara 1988’an rejîma Baasê li Helebçeyê komkujiyek pêk anî û bihezaran mirov qetil kirin.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî salvegera 31’ê ya komkujiya Helebçeyê daxuyanî da û wiha got:
Di vê demê de heman metirsiya Helebçe di rojevê de ye.

Îro 31’emîn salvegera biêş ya komkujiya Helebçeyê ye..

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî salvegera 31’ê ya komkujiya Helebçeyê daxuyanî da û şehîdên azadiyê yên hemû Kurdistanê bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

Hêzên rejîma dagirker a Iraqê 16’ê Adara 1988’an bi çekên kîmyewî û jehrê komkujiyeke mezin li dijî xelkê sivîl ê Helebçeyê kirin.

Di encamê de nêzî 5 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qurbanî û şehîd ketin.

KNK’ê diyar kir ku ji destpêkê ve dema rejîma Baas li Iraqê bû desthilatdar, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kir û wiha domand:

Di destpêka salên heştêyî de 8 hezar enfal û bi saxî bi nax kirin.

4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182 hezar sivîl bi awayekî hov li çolistanên başûrê Iraqê kuştin.

Zedetirî 4 hezar gundên Kurdistanê wêran kirin.

Komkujiya ku li Helebçeyê hatiye kirin yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’an e.

KNK’ê destnîşan kir ku heta niha hîna komkujiyên bi serê Kurdan hatiye, di dadgehên navdewletî de nehatine qebûlkirin.

Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî de nehatine darezandin.

Konseya Rêveber a KNK’ê hişyar da u diyar kir ku hîna xeteriya komkujiyan li ser Kurdan heye.

Duh bû li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî komkujî pêk anîn.

Sê sal berî niha komkujiyeke mezin li Cizîra Botan û beriya salekê li Efrînê pêk hat.

Konseya Rêveber a KNK’ê dawiyê banga yekîtî û yekrêziyê li hêzên siyasî yên Kurdî kir..

Leave a Reply

Back to top button