Şêniyên Amûdê bang li hêzên garantor kir ku bi erka xwe rabin

Şêniyên gundê Hasdê yê navçeya Amûdê êrişa duh a dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan şermezar kir û bang li hêzên garantor kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk erka xwe bi cih bînin.

Şêniyên navçeya Amûdê erebeya sivîlan ku doh bû hedefa dagirkeran şermezar kirin û got:

Dewleta Tirk sivîlên ku li nêzî sînor karên xwe dikin, cotkar, şivan û sivîlan dike armanc.

Erebeya ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate armanckirin, erebeyeke sivîl bû ne leşkerî bû..

Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaza me bitirsîne, lê em van êrişan qebûl nakin.

Şêniyan dawiyê bang li dewletên garantor, Rûsya û Amerîkayê kir ku destwerdanê bike û sivîlan ji êrişên artêşa Tirk biparêzin.

Back to top button