590 parlamenterên Ewropî tevlî pêngava azadiya Selahattîn Demîrtaş bûn

Ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên Ewropî yên ji 47 welatên endam ên Konseya Ewlekariyê, tevlî pêngavê bûn.

Pêngav bi pêşengiya Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya ji Bakurê Kurdistanê Evîn Încîr ve hat destpêkirin.

Evîn Încîr anî ziman ku pêşnûme ji bo parlamana Ewropayê hate pêşkêşkirin û ji 705 parlamenterî, 590 parlamenter pêşnûme qebûl kir.

Parlamenter Evîn Încîr diyar kir ku mijara serbestberdan Demîrtaş di 10’ê Adarê de, li Konseya Ewropayê bê nirxandin.

Back to top button