EMERÎKA WÊ DI HILBIJARTINA 31’Ê ADARÊ DE ZEXTAN ZÊDE BIKE

Kovara binav û deng a Ingiliz The Economist diyar kir ku ji ber mijara S 400’an dibe ku Emerîka zextên xwe yên li ser tirkiye zêde bike.
Kovarê îdia kir ku ev zext wê bi nêzîkbûna hilbijartinê re hîn zêdetir xuya bike.

Ev demeke êdî kirîna mijara S 400 a tirkiyê ji Rûsiya di rojevê de ye.

Sedema xwe jî ji ber dema bicihkirina van çekan nêzîk bûye û Emerîka jî nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan dide.

Têkildarê vê yekê govara Ingilîz The Economist îdiayek parvekir.

Kovarê di rupela dawî ya xwe de got,

Wezareta Parastinê ya Emerîka bi awayekî eşkere ji serokkomarê dewleta tirk Erdogan re gotiye ger kirîna çekên S 400 neyên rawestandin wê berdêla wê giran be.

Şîrovekarên ji govarê re axivîne jî diyar dikin ku bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî ya li Tirkiyê re Emerîka jî zextên xwe zêde kiriye.

Di nûçeyê de tê gotin, kesên ku bi istixbareta Rûsî yan jî bi sektora parastinê re kar bike, wê li ser wan cezayan pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button