Çeteyan li Efrînê 2 birayên têmenmezin ji Mabatayê revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe.
Çeteyan ji navçeyên Mabata û Şêrewa 5 sivîl ravandin, li navenda Efrînê jî malên sivîlan tên desteserkirin.
Çeteyan li gundê Til Tewîl yê Efrînê jî 20 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirikirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didome.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku ku çeteyan bi tewanên ne rast ji navçeya Mabata 4 kalemêr revandin.

Li gorî Rêxisinê, çeteyan kalemêrên bi navê

Cemîl Mistefa yê 70 salî

Ednan Şaşo yê 73 salî

Elî Yûsif Mistefa yê 67 salî û birayê wî

Esed Yûsif Mistefa yê 64 salî revandin

Çeteyên dewleta Tirk ji bo serbetberdanê, ji malbata wan 600 Lîreyê Tirk xwestine û heya niha jî çarenûsa wan nediyar e.

Li aliyê din, rêxistinê diyar kir ku çeteyan piştî kuştina kalemêrê bi navê Şêxmus Qasim di bin êşkenceyê de, her du sivîlên din yên ji gundê Meydan Ekbez yê Raco berdan.

Beriya 5 rojan, çeteyan tevî Şêxmûs şêniyên bi navê Seîd Qenber û Mihemed Xelîl Hec revandibûn.

Çeteyan ji bo serbestberdana wan ji her sivîlekî hezar Lîreyê Tirk standin.

Çeteyan ji gundê Birc Heyder ê Şêrewa ciwanekî 23 revandin

Beriya hefteyekê jî, çeteyan ciwanê bi navê Ehmed Gule Xeyrî yê 23 salî yê ji gundê Birc Heyder yê Şêrewa revand.

Li gorî rêxistinê, heya niha çarenûsa Ehmed ne diyar e.

Çeteyan li navenda Efrînê malên sivîlan desteser kirin û 20 darên zeytûnê birîn

Li navenda Efrînê, jî çeteyan dest danîn li ser mal û dikana şêniyê bi navê Nuredîn Izet Hacî.

Çeteyan beriya du mehan Nuredîn yê ji gundê Hisê yê Mabata revand, heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Malpera Afrinpost jî diyar kir ku li navenda Efrînê çeteyekî koma ” Ceyş El-Islam” dest danî li ser 10 malên malbata Horo ya ji gundê Şêx Xorzê yê Mabata.

Her weha li gundê Til Tewîl yê Efrînê çeteyên Tirkiyê 20 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Ehmed Miherem birîn.

Back to top button