Li Enbar û Nînewayê 8 DAIŞ’î hatin giritn

Li Enbar û Nînewayê, 8 DAIŞ’î hatin girtin. li E’zemiyê jî ji ber teqînekê, kesek hat kuştin û 8 birîndar bûn.

Fermandarê operasyonên parêzgeha Enbarê, Nasir El-Ganim ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Antî-Teror, 5 çeteyên DAIŞê ku li dijî sivîlan êrîş pêk anîne, hatin
girtin.

Di çarçoveya heman têkoşînê de jî, polîsa parêzgeha Nînewayê diyar kir, 3 DAIŞ’î ketin destên wan.

Jinek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê jî ragihand ku li nêzî Pira EL-Ime li E’zemiyê bombeyeke destan ku di nava gemarê de hatibû bicihkirin, teqiya.

Di encama teqîna wê de, jinek hat kuştin û 8 kes hatin birîndarkirin û rewşa hinekan giran e.

Back to top button