Li Meyadîna Dêra Zorê çekdarekî bi ser hikumeta Şamê ve hat kuştin

Li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, li dijî çekdarên bi ser hikumta Şamê ve êrîşekê rû da û çekdarek hat kuştin. Li aliyekî din ê şerê li Sûriyê, jinên li gundewarên Idlib û Helebê li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û kirin û sûcên wan, daketin qadan.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan da zanîn ku Dûşemê li dijî çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve êrîşek qewimî.

Li gorî Navenda Çavdêriyê, çekdarekî bi ser hêzên navborî ve hat kuştin û dibe ku ev êrîş çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbe.

Li Idliba ku bûye navenda Terorê Tirkiyê li Sûriyê jî, şer û pêvçûnên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriyê hema rojane li dar in.

50 maşîneyên dagirkeriya Tirkiyê derbasî tdlibê bûn

Heman Çavkaniyê diyar kir, herdu aliyên navborî nuqteyên hev ên li gundewarên Idilbê dan ber topan.

Li gel van êrîşên rojane, şandina karwanên leşkerî jî her heye.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku duh ji deriyê Kefer Losîn dagirkeran 50 maşîne derbasî herêmê kirin.

Bicihkirirna van maşîneyan, jimara giştî ku Tirkiyê ji Sibata 2019 û hata niha derbas kiriye, dibe, 11 hezar û 925.

Jinên Idlibê li dijî Tirkiyê xwepêşandanek li dar xist

Li vê navenda terorê, ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan her û her pesnê ewlehiya wê û herêmên din ên dagirkirî dide, li gel van êrîşan, zext jî ji aliyê çeteyên wê ve, li xelkên herêmê tên kirin.

Jinên ku diyar e ti hebûna wan weke mirov li van deveran, li jêr hikumê van hovan nîne, êdî bi hêrs li dijî sûcên dagirkeriya Tirkiyê derketin.

Şikandina dîwarê vê bêdengiyê jî, asta tundiya ku ev herêm gihayê, nîşan dide.

Ev xwepêşandan li gundewarên Idlib û Helebê ne..

Helbet ev nerazîbûn wê rastî tundiya heman tundrewan were..

Jixwe di dîmanan de tê xuyakirin ku çawa çete êrîşî jinan dikin.

Back to top button