Wezîrên Derve yê Yûnanistan û Misir welatan li Qahîrayê civiyan

Qahîra hewl dide hevkariya xwe bi Yûnanistanê re der barê enrejiyê de lez bike. Lewra duh Wezîrê Derve yê Misirî Samih Şikrî bi hempîşeyê xwe yê Yûnanî re Nêkos Dendiyas re civiya.
Tirkiye jî ket tevgerê û ragihand ku ew dixwazin têkiliyên xwe bi Misirê re vegerînin û rûpeleke nû vekin.

Li cihekî Misir hevkariyê bi Yûnanistan re dike û bersivê nade bangên Enqere yên nîgarkirina sînorên deryayî, li cihekî jî Tirkiye dibêje têkiliyên wan bi Misirê re xweş dibin.

Jixwe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Çarşemê diyar kir, dibe ku ew û Misirê ji bo nîgarkirina sînorên Rojhilatê Deryaya Spî li hev rûnin.. Lê heta niha ti bersiv ji Qahîrayê nehatiye.

Berevajî, ji bo lezkirina hevkariya bi Yûnanistanê re taybet di warê enerjiyê de, Wezîrê Derve yê Misirî Samih Şikrî duh bi hempêşeyê xwe yê Yûnanî Nêkos Dendiyas li Qahîrayê re civiya.

Berî hevdîtina bi Yûnanistanê re, Misirê teqezî li ser xurtbûna têkilî û hevkariya bi Yûnanistnê re kiribû.

Li ser hevdîtina herdu welatan, Berdevkê Wezareta Derve ya Misirê, destînşan kir ku, li gel babetên herêmî, nexşerêya bipêşxistina vê hevkariyê jî hat nîqaşkirin.

Şikrî û Dendiyas ji bo asta şêwra siyasî ya di navbera herdu welatan de, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Piştî ku Misir û Yûnanistanê lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî di Tebaxa sala borî de îmze kir; dewleta Tirk awirên dijminahiyê avêt herdu welatan.

Tirkiye banga vegera têkiliyan li Misirê dike

Duşemê jî Tirkiyê li ser zimanê Berdevkê Serokatiya xwe Ibrahîm Kalin ragihand, ew dixwazin rûpeleke nû bi Misirê re vekin..

Kalin got:

“Em dikarin rûpeleke nû ji bo têkiliyên me bi Misir û hin dewletên Ereban re vekin, da ku aştî û ewlehî li herêmê peyda bibe.”

Ibrahîm Kalin îdia kir jî ku ew danûstandina bi Misirê re, têkildarî dosyeyên Rojhilata Spî, Lîbya û Filistînê girîng dibînin.

Back to top button