Çalakiya grevê li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû, li zindan, Mexmûr, Yûnenistanê dewam dike.

Çalakiya bêdawî û bidorveger a girtiyên siyasî ku koma 21’emîn dewr girtiye, di roja 103’emîn de li dar e.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kiribû, di roja 82’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî dijîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê. Ev çalakî di roja 65’emîn de didome.

Back to top button