Li Dirbêsiyê panzêreke polîsên Rûs li erebeyeke sivîlan xist û meşiya

Panzêreke polîsên Rûsyayê li Dirbêsiyê li erebeyeke sivîlan xist û bi xemsarî rêya xwe dewam kir.MIX

Îro dema ku erebeyeke sivîlan li nêzî xaçrêya gundê Şêrik (13 km rojavayê navçeya Dirbêsiyê) li ser rê bû, bûyer qewimî.

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bêyî ku xema silametiya sivîlan bixwin, rêya xwe dewam kir.

Li gorî agahiyan, berê panzêra Rûsyayê li aliyê hêzên artêşa Tirk a dagirker bû ku bi hev re li gundewarê Dirbêsî û Zirganê dewriyeyekê bimeşînin.

Xwediyê erebeyê Nezîh Oskan dibêje erebeya wî 5 metreyan dûrî panzêra Rûsî bû..

Back to top button