LI MINBICÊ ŞANEYEKE RAZAYÎ KU JI 5 KESAN PÊK DIHAT HATE GIRTIN

Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şaneyeke veşartî ya DAIŞ`ê li Minbicê ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikir, girt.

Îro Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, têkildarî girtina endamên şanê daxuyaniyek weşand.

Di daxwiyaniyê de hate eşkere kirin ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê ku ji 5 kesan pêk tê, girte.

Navendê diyar kir ku piştî şopandineke dem dirêj ji komek a şaneyên çeteyên DAIŞ’ê re endamên şanê hatine girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku xebata parastina ewlehiya di hundirê bajêr de û têkoşîna li dijî şaneyan dewam e.

Leave a Reply

Back to top button