Li kampa Holê penaberekî Iraqî hat kuştin

Li Kampa Holê, cenazeyê penaberekî Iraqî yê din ku bi guleyan hatiye kuştin, hat dîtin.
Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Cizîrê jî, ji bo kontirolkirina Kampa Holê banga hevkariyê li civaka Navnetewî kir.

Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku hêzên ewlekariyê îro cenazeyê penaberekî Iraqî dît.

Hat zanîn ku kesê hatî kuştin bi navê Sêf Ebid Acil yê 21 salî ye.

Ji destpêka sala nû ve hejmara kuştî û birîndaran di kampê de gihaşt 36 an.

Şêxmûs Ehmed: Divê Civaka Navnetewî ji bo kontrolkirina kampa Holê hevkariyê bike

Hevserokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Cizîrê Şêxmûs Ehmed jî derbarê rewşa dawî ya li Kampa Holê axivî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Asayîşa Kampê tenê nikare barê DAIŞ’iyan rake û banga hevkariyê li civaka Navnetewî û Koalîsyonê kir.

Back to top button