Delegasyona Aştiyê a Îmraliyê: ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê zext li tirkiyê bê kirin

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo Azadiya Rêber Ocalan ku di zîndanên dewleta Tirk de hatine destpêkirin bi biryardarî dewam dike.
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê jî ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê a ku ji 10 endaman pêk tê, ji ber vîrûsa corona civîna xwe li ser înternetê çêkir û “Rapora Sibata 2021’ê ya Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê” eşkere kir.

Heyetê diyar kir berfirehkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya sazûmanbûna faşîzmê.

Heyetê nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da û destnîşan kir ku ev bêdengî tê wateya “hevkariya sûc.”

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike.

Di raporê de hate gotin,

“Ji 27’ê Nîsana 2020’î ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. CPT dema ku Çileya 2021’ê serdana Tirkiyê kir, bi israr neçû serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û pêşniyarên xwe yên berê neşopand.”

Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:

“Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, gelekî girîng e ku zextên li ser dewleta Tirk bên dewamkirin. Divê CPT bê teşwîqkirin ku hêza xwe ya lêpirsîna di doza Îmraliyê de heta dawiyê bi kar bîne.

Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê tavilê serî li saziyên civakî yên navneteweyî yên mîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bê dayin.

Parêzerên li qada navneteweyî bên teşwîqkirin ku serî li mekanîzmayên dadgeriyê yên navneteweyî bidin, dijberiya tecrîdê ya li qanûnê bînin ziman û şermezar bikin.

Ji bo ev mijar di asta navneteweyî de bikeve rojevê kar bê kirin, kampanyayên piştgiriyê bên meşandin.”

Back to top button