Serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe: Xebatên min di berjewendiyên Lîbyayê de ne

Bi armanca erêrkirina kabîneya nû ya hikûmeta Lîbyayê, îro parlamana Lîbî careke din civiya, ku duh civîna xwe paş xistibû.

Duh serokwezîrê hikûmeta demkî ya Lîbyayê, Ebdulhemîd El-Debîbe ji bo kabîneya hikûmeta xwe pêşkêşî parlamanê bike berê xwe dabû bajarê Sêrtê.

Duh parlamana Lîbî dengdana ser erêkirina hikûmeta nû bi paş xist.

Îro jî, parlaman ji bo erêkirina kabîneya hikûmeta nû carke din civiya.

Serokwezîrê hikûmeta demkî Ebdulhemîd El-Debîbe di rûniştina parlamanê de axivî û teqez kir ku xebatên wî di çarçoveya berjewendiyên giştî ya Lîbyayê ye.

Ebdulhemîd El-Debîbe li ser girîngiya yekgirtina saziyên Lîbyayê destnîşan kir.

Back to top button