Yemen..Li derdora bajarê Maribê şer gur bûye

Li Yemenê tevî hemû bangawaziyên di qada navnetewî de şer gurtir bûye. Şerê ku niha li bajarê Marib yê li rojhilatê paytext Sanayê metirsiya pêla koçberiyeke zêde daye avakirin.

Hikumeta Yemen û Husî ji bo şerekî dijwartir hêzên xwe li herêmê zêde dikin. NY jî hişyariya pêleke koçberiyê ya bi sedhezaran dike.

Ev der bajarê Marib e.

Bajarê ku li rojhilatê paytexta Yemen Sanayê û xwedî girîngiyek stratejîk e.

Hûsiyên piştevanya xwe ji Îranê digrin hemû hêza xwe daye ser vî bajarî da ku ji destê artêşê derxîne.

Hikumeta Yemenê jî bi piştevaniya Koalîsyona Erebî ya ku Siûdî serkêşiya wê dike, hewil dide bajar biparêze.

7’ê Sibatê Husiyan li dijî bajar dest bi êrîşeke berfireh kir.

Planên Husiyan di nava çend rojan de girtina bajar bû.

Lê hikumeta Yemenê bi rijd e bajêr biparêze û hêzê li herêmê zêde dike.

Şerê herî dijwar yê navbera aliyan jî li çiyayê El Belak yê li pêşberî Maribê rûdide ye.

Piştî saetên dirêj hikumetê karî êrîşa Husiyan têk bibe.

Aliyan ji bo bajar gelek leşker veguhestine.

14 Sibatê koalîsyona Erebî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişên wan yên hewayî û têkliya bi artêşa Yemenê re tenê di 4 rojan de zêdeyî 700 çekdarên Husiyan hatine kuştin.

Di daxuyaniya 27’ê Sibatê de jî hatibû ragihandin ku di nava 30 saetî de li Maribê 350 çekdarên Husî hatine kuştin.

Bajarê Marib ji despêka şerê li Yemenê û heta niha, cihê herî zêde aliyan kuştî lê dayîne ye.

Heta niha ji derveyî kuştina fermandarên artêşê hikumeta Yemenê jimareke giştî ya kuştiyan ne hatiye parvekirin.

Berdevkê sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric jî di daxuyaniya çapemeniya 4’ê Adarê de diyar kiribû ku ger şerê li herêmê dewam bike wê ev yek bibe sedema zêdeyî 385 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bibe.

Şerê ku Îlona 2014’an li welat despêkirî bi hemû dijwariya xwe didome.

NY jî balkişandibû li ser vê rewşa heyî û dabû zanîn ku li welat ji sedî 80’ê pêwistî xwe bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button