Cîgirê Taybet ê Serokê Parlementoya Îranê yê Karûbarên Navneteweyî, Hisên Emîr Abd El-Lhyan piştrast kir ku welatê wî hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê red dike.
Abd El-Lhyan ji ajansa Sputnik ya Rûsî re axivî û dubare hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê red kir.
Hisên Emîr Abd El-Lhyan got:
Tevî ku em ne bawer in dixwaze li vir fireh bibe, em hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê napejirînin.
Di dawiya meha Sibatê de Îranê û Tirkiyê derbarê zêdebûna nakokiyên li ser daxuyaniyên rayedarên Îranê yên têkildarî Iraqê, bang li bayzoyên hev kiribûn.